PAK Ewropa: EM Dİ VAN ROJÊN CORONA VÎRUSÊ DE XWEDÎ Lİ HEV DERKEVİN

PAK Ewropa: EM Dİ VAN ROJÊN CORONA VÎRUSÊ DE XWEDÎ Lİ HEV DERKEVİN

Piştgirên PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê)li Ewrûpa daxûyanîyek di derbarê corana vîrûsê belav kir.

A+A-

 

“Di nav van 10 rojên vê dawîyê  de li Ewrûpa çar kurdên welatperwer ji ber nexweşîya coronayê çû ser dilovanîya xwe.

 

Me pêr bi xemgînîyeke mezin xebatkarekî azadîya Kurdistanê Weqas Lordînî (Cabîr) ku ji ciwanîya xwe ve heta nuha bê westan û bê hesab têkoşîye, ji ber nexweşîna coronayê li Parîsê wenda kir. Weqas ji xelkê Dilokê (Entabê) bû.

 

Rojek berîya wefata kek Weqas  lawê seydayê Cîgerxwîn, Keyo (Kesra) Cîgerxwîn li Stockholmê, rehmet kiribû. Keyo Cegerxwîn yek ji rêvebirê Partîya Pêşverû ya Kurd li Sûrîyê bû. Herweha bi salan di nav Hevkarîya Hêzên Kurdistanî û di nav Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê xebitîbû.

 

Heftîyek berîya wî jî, di 16yê mehê de me dilsozekî azadîya Kurdistanê Yaşar Öner jî ji ber nexweşîna coronayê wenda kiribû. Yaşar Öner ji Ixdira Agirî ye. Lawê Elî yê Resûl Beg e. Elîyê Resûl Beg yek ji şervanê Serhildana Agirîyê û hevalê Îhsan Nûrî Paşa bû. Yaşar hevjînê Bîrsen a xuşka kek Mehdî Zana ye.

4-078.jpg

Di heman demê de kurdekî dilsoz û yek ji gazîyên komkujîya Maraşê Hayrî Ergönul ku piştî 12 îlonê li Londonê ciwar bûbû, bi nexweşîna coronayê çû ser heqîya xwe.

Hemwelatîyek me yên din jî ku bi eslê xwe ji Maraşê ye, li Îngilîstanê ji ber koronayê wefat kirîye.

 

Dîyar e, lîsteya kesên emê ji ber coronayê wenda bikin wê bi van 5 kesan nemîne, dê dirêjtir bibe. Dibe li hin welatên Ewrûpa hin hemwelatîyên me yên din hebin, em jê agahdar nînin. Wendakirina kadirek Kurdistanî xesaretek gelek mezin e, bi wan re tecrûbeyên salan jî ji holê radibe.

 

Li Ewrûpaya Rojava nifûsek mezin a hemwelatîyên me yên Kurdistanî heye. Vîrusa coronayê li van welatan pêl daye. Divê em agahdarî û dîrektîf, nîzam û qaîdeyên sazîyên dewleta ku em lê dijîn, pêk bînin, berîya her tiştî xwe biparêzên û bi vê rêyê civata xwe biparêzin.

2-090.jpg

Yek carna em rîskê biçûk dibînin, tedbîrên pêwist nagirin. Mixabin li gor agahdarîyan hejmarek mezin ji kurdên me yên Maraşê ji komeleyên xwe bi nexweşîna coronayê ketine, rewşa hejmarek ji wan giran e.

 

Divê em civata xwe bi hemû rê û metodên bikêr ji xeterîyên coronayê, tedbîrên xwe jê parastinê, hişyar û perwerde bikin. Divê em ji hev haydar bin û li hev xwedî derkevin.”

 

29.03.2020

 

PAK-Ewrûpa

Piştgirên PAKê li Ewrûpa

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
1 Yorum