PAK: DEDAŞ li Mêrdîne elektrîkê dibire û zerareke mezin digihîne cotkaran

.

DEDAŞ ji roja 28.07.2022yê destpê kirîye ku, li Mêrdînê û li navçeyên wê, ji 24 saetan 8 saetan elektrîkê dibire.

Li Mêrdînê û navçeyên dor û bera wê, nuha dema gwîzika pembo ye û herweha dema gubre avêtinê û ajotina nava garisan ne . Di vê demê da pêwîstîyeke mezin bi avê heye.

Di demeke weha hesas da, birîna elektrîkê, tê maneya birîna avê jî. Heger di van 10 rojan da rojê 8 saetan av bê birîn, berhema cotkaran herî kêm ji %30ê dê zerarê bibîne.

Berpirsên DEDAŞê yên Mêrdînê, dibêjin emrê birîna 8 saetan a elektrîkê ji Enqereyê hatîye.

Di demeke ku gelê me di bin krîzeke aborî da , di rewşeke gelekî xerab da ne, kêm kirina elektrîkê, dê rewşa gelê me xerabtir bike, dê krîz aborî kûrtir bike.

Em bangî rayedarên Hikûmetê û berpirsên Dewleta Tirkîyeyê yên peywendîdar dikin ku, demildest dest ji vê biryarê bedrin, bila elektrîk 24 saetan hebe.

Beredewamîya birîna elektrîkê dê texrîbata aborîyê ya herêma Mêrdînê xerabtir bike, dê gelê me perîşantir bibe û dikare bibe sebeb ku gelek kes ji cîh û warên xwe koçber bibin.
29.07.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle