PAK: Ciwanên kurd ên Alaya Kurdistanê bilind kirine divê demildest bêne berdan

.

"Beşeke ciwanên Kurd roja 25.09.2022yê, li Amedê, di lîstika fûtbolê ya Amedspor û Bûrsasporê da Alaya Kurdistanê hildan û drûşma ‘’Bijî Kurdistan’’ bilind kirin.

Ji van ciwanên Kurd 5ên wan ji alîyê polîsên Dewleta Tirk ve hatine desteserkirin.

Alaya Kurdistanê Alaya gelê Kurdistanê ye û nuha li Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê wek Alaya Fermî hatîye qebûl kirin.Alaya Kurdistanê ji alîyê Dewleta Iraqê û hemû dewletên cîhanê ve jî hatîye qebûl kirin.Kurdistan jî navê welatê gelê Kurdistanê ye.

Serokomar û wezîrên Dewleta Tirk jî gelek caran di hevdîtinên li gel Rayedarên Herêma Kurdistanê li gel Alaya Kurdistanê wêne kişandine.

Alaya Kurdistanê jî, dirûşma ‘’Bijî Kurdistan’’ jî 2 nirx û navên meşrû ne, serbilindîya hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê ne.

Bi tu awayî nayê qebûl kirin ku ciwanên Kurd ji ber hildana Alaya Kurdistanê û ji ber bilind kirina dirûşma ‘’Bijî Kurdistan’’ bêne desteser kirin.

Ciwanên Kurd divê demildest bêne berdan."

26.09.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Siyamend Haco: Şam ji bo diyalogê ne amade ye û Rêveberiya Xweser jî hevpariyê qebûl nake
Brîtanya: Piştî têkçûna DAIŞê li Iraqê pêwîstî bi Heşda Şeibî nemaye
Rêberê Durziyan spasiya Trump, Îsraîl û Rêveberiya Xweser kir
HSDyê hişyarî da: 'Êriş peymana bi Şamê re dixin metirsiyê'
Baroya Şirnexê: Me li hemberî birîna daran 8 hezar îmze kom kirine