Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustefa Ozçelîk, derbarê biryara dawî ya PKKê ya xwehelweşandin û danîna çekan de ragihand, ew piştgiriyê didin beşa çekdanînê û fesihkirina PKKê ya di banga Abdullah Ocalan de, lê hin tesbîtên siyasî yên din ên di heman bangê de ji aliyê piraniya Kurdan ve nayên qebûlkirin.
Ozçelîk îro 12ê Gulanê di beşdariya geşta nûçeyên K24ê de, da zanîn ku di banga Ocalan de du beşên sereke hebûn: “Beşa yekem ji bo çekdanîn û xwehilweşandinê bû. Ya duyem jî tesbîtên siyasî bû. Em piştgiriyê didin wê bangê ya çekdanînê û hilweşandina PKKê. Ji ber ku li Bakurê Kurdistanê êdî zemîna şerê çekdarî nemaye. PKK divê êdî demeke dûr û dirêj nekeve şerê çekdarî. Şerê heyî jî, bi navê şerê çekdarî, em dibêjin hem li Bakurê Kurdistanê, hem li Başûr, hem li Rojavayê Kurdistanê zerarê dide miletê me. Ji ber wê em gelek caran gotine divê PKK vî şerê xwe rawestîne.”
Serokê PWK rexne li hin nêrînên din ên ku di banga Ocalan û di encamnameya kongreya PKKê de hatine destnîşankirin jî girt û got: “Ew gotinên ku dibêje 'komara demokratîk', 'netewa demokratîk', 'welatê hevbeş' û 'wekheviya hemwelatîbûnê' wek çareseriya pirsgirêkê pênase dike, ez bawer dikim ku 90% ê xelkê me wan tesbîtan rast nabînin û qebûl nakin. Miletê me heye, Kurdistan heye, doza miletê me ya mafê çarenûsî heye, mafê azadiyê heye, xwebixweyî heye. Ev dê berdewam be.”
Ozçelîk bal kişand ser wê yekê ku divê muxatabê çareseriya pirsa Kurd ne tenê dewleta Tirk û PKK be û wiha pê de çû: “Em bang dikin hemû partiyên Kurdan, dezgehên sîvîl, kesayetên qebûlbûyî yên Bakurê Kurdistanê û yên li Tirkiyê, em dest bidin hev, em aliyekî Kurdî ava bikin. Em bibêjin em milet in, welatê me heye, daxwazên me ev in. Ez bawer dikim dê aliyê Kurdî jî, raya giştî ya cîhanê jî û dewleta Tirk jî neçar bimîne ku vî aliyê Kurdî muxatab bigire.”
Mustefa Ozçelîk herwiha amaje bi wê yekê kir ku divê dewleta Tirk jî gavên berbiçav biavêje û daxwazên Kurdan ên bingehîn wek perwerdeya bi zimanê Kurdî, fermîbûna zimanê Kurdî, rakirina qedexeyên li ser bîr û raman û rêxistinbûnê, û berdana girtiyên siyasî bi cih bîne.
Derbarê rola welatên biyanî de, Ozçelîk got: “Divê Kurd baş bizanibin ku heta radeyekê bi xêra siyaset û hebûna Amerîka, Brîtanya, Fransa li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, Kurd li rêya serkeftinê ne. Lê li Bakurê Kurdistanê, siyaseta Amerîka û Tirkiyê cuda ye.”
Ev nirxandinên Ozçelîk piştî wê yekê tên ku PKKê di kongreya xwe ya 12emîn de, biryara xwehelweşandin û danîna çekan ragihandibû.
Kurdistan 24