Otobusa ku ji Amedê diçû Bodrumê qulibî: 8 mirî, 35 birîndar

.

Li bajarê Afyonê yê Tirkiyê otobûsa rêwiyan a ku ji parêzgeha Amedê ber bi bajarê Bodrumê diçû wergeriya û di encamê de 8 kesan canê xwe ji dest dan û 35 kes jî birîndar bûn.

Îro Yekşemê 5ê Sibata 2023an li bajarê Afyonkarahisarê otobûsa veguhestina rêwiyan ku ji parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ber bi bajarê Bodrumê diçû wergeriya û li gor zanyariyên destpêkê hatibû ragihandin, di bûyerê de 6 kesan canê xwe ji dest dabûn û 36 kes birîndar bûbûn.

Piştî rizgarkirina 3 kesên asê mayî hejmara kesên canê xwe ji destane gihîşte 8 kesan û 35 kes jî birîndar bûne.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin, piştî agahdarkirinê tîmên berevaniya sivîl, tendirûstî û polîs bo cihê bûyerê hatine şandin, lê heta niha derbarê rewşa tendirûstî ya birîndaran de ti hûrgilî nehatine belavkirin.

Daxuyaniya Parêzgariyê

Parêzgariyê Afyonê ragihand ku di qezaya ku li navçeya Dînarê ser rêya Çay-Dînarê pêk hat de hejmara miriyan derket 8an û 35 kes jî birîndar bûn.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle