Opozîsyona Sûriyê 14 endamên xwe dûr xistin û 4 nûner jî guhertin

.

Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) biryara dûrxistina 14 endamên xwe û guhertina 4 nûnerên encûmenên xwecihî yên parêzgehan da.

Di daxuyaniya ku hatiye ragihandin de tê gotin, li ser bingeha pêwîstiyên proseya çaksaziyê û daxwazên berjewendiya giştî, biryar hat girtin erkê 14 endamên Îtîlatê bi dawî bibe.

Îtîlafê daye xuyakirin, biryar hatiye dayîn nûnerên encûmenên xwecihî yên parêzgehên Idlib, Heleb, Reqa û Dêrazorê jî werin guhertin.

Hat zanîn ku ev biryar piştî di meha borî de, Îtîlafê komîteyeke lêkolînê ya ji 8 endaman pêk tê ava kiribû hatiye dayîn.

Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) Salem El-Meslat got ku ev biryar, guhertina Peyrewa Navxweyî û guhertinên yasayî li xwe digire.

Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê sala 2012an ji aliyê hejmarek pêkhateyên opozîsyona Sûriyê ve hatiye damezirandin û Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) jî tê de cih digire.

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e