Omer Şêxmûs: “Seredana Mesrûr Barzanî ya Amerîkayê serkeftina dîplomasiya Kurd e”

.

 Siyasetmedarê Kurd Omer Şêxmûs bo K24ê ragihand ku seredana serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya Mesrûr Barzanî ya bo DYAyê pêngavekî mezine û serkeftina dîplomasiya Kurd e.

Omer Şêxmûs got ku hevdîtina Mesrûr Barzanî ya bi wezîrê karên derve yê DYAyê bi Marco Rubio re, bi gelek endamên kongre ya Amerîkayê û rayedarên din yên Amerîkayê re, ji aliyê dîplomasiya Kurd de serkeftinekî gelek mezine.

Omer Şêxmûs ragihand ku hevpeyvîna serokwezîr Barzanî ya bi Fox Newsê re, giraniya xwe daye ser dîplomasî û siyaseta Herêma Kurdistanê û weha dewam kir:

“Peymanên bi şîrketên DYA re ku bihayê wan li dora 110 milyar dolariye, îmza kir, bo Herêma Kurdistanê hêzeka mezin û kapasiteyekî mezin da qezenckirin. Bo min ya girîng ew e ku peyman fermiye, qanûniye û li gor destûra Iraqê ye.”

Omer Şêxmûs di sala 1942an de li Binxetê (Rojava) li navça Amûdê hatiye dinyayê û yek ji damezrênerê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) e.

Kurdistan Haberleri

Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide
JD Vance: Em dixwazin Rojhilata Navîn bi dîplomasiyê biguherînin
Şikefta Hezar Mêrd.. Cihekî ji serdema kevirî li Silêmaniyê
Netanyahu: Me rê li ber rûxandina birêvebiriya Tehranê xweş kir
Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK