Omer Çelîk: Pêvajoya serdanên Ocalan qediya

.

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk li ser hevdîtinên DEM Partiyê û Abdullah Ocalan axivî û got, “pêvajoya trafîka serdanan qediya, ya ku ji vir û şûn de tê çaverêkirin banga fesixkirina rêxistina terorê ye.”

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk îşev li Navenda Giştî ya AK Partiyê di konferanseke rojnamegeriyê de axivî.

"Ev ne pêvajoya dan û standinê ye"

Omer Çelîk li ser hevdîtinên heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê û bendewariyên wan ji vê pêvajoyê got:

“Bi ti şêweyî ev ne pêvajoya bazarkirinê ye, bi ti şêweyî ne pêvajoya dan û standinê ye.

Wekî Tirkiyeyê di vê pêvajoyê de armanca yekem Tirkiyeyeke bê terror e.

Ya duyem jî astengkirin û tunekirina rêxistinên terorê ye.

Ev pêvajoya trafîka serdanan qediya. Ya ku ji vir û şûn de tê çaverêkirin banga derbarê tesfiyekirina rêxistina terorê de ye.

Di wê trafîka serdanan de jî me nêrîna xwe got, şandeya serdanker jî bi awayekî eşkere û vekirî çawa li pêvajoyê dinêrin bi me re par ve kir.

Me jî helwesta xwe ya derbarê xebatên dema bûrî hatîne kirin û vê demê de danî holê.

Piştî ev trafîka serdanan qediya xala ku em gihiştînê, divê demildest banga tasfiyekirina rêxistina terorê û danîna çekan çêbibe.

Min berê jî gotibû, bi ti şêweyî ev ne pêvajoya bazarkirinê ye, bi ti şêweyî ne pêvajoya dayîn û standinê û bi ti şêweyî ne ji wesfên bingehîn yên dewletê tawîz dayîn e.

Bi awayekî vekirî birêz serokkomarê me û birêz Devlet Bahçelî jî gotin armanc Tirkiyeyeke bê teror.”

“Xebatên Birêz Ocalan ên li ser pêvajoyê dewam dikin”

Heyeta DEM Partiyê ya ku ji Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk tê 22yê vê mehê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re çûbû Girtîgeha Îmraliyê

Heyeta DEM Partiyê 23yê mehê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got, “Xebatên Birêz Ocalan ên li ser pêvajoyê dewam dikin.”

Kurdistan Haberleri

Çar welat amadekariyan bo vekirina nûneratiyên xwe li Hewlêrê dikin
Li Zaxoyê bi 22 milyon dolaran kargeheke dermanan tê avakirin
HISÎÇA - Suryan ji bo maf û zimanê xwe rabûn ser pêyan
Nameyek girîng a Barzanî bo balyozê Amerîkayê (1965):
Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide