Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk ragihand ku Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê li ser serdana Serok Mesûd Barzanî ya Cizîra Botan û belavbûna dîmenên parêzvanan dest bi lêpirsînê kiriye.
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk di bernameyeke televîzyonê de li ser pêvajoya çareseriyê û mijarên di rojevê de axivî.
Omer Çelîk amaje bi serdana Serok Mesûd Barzanî ya navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê û belavbûna dîmenên parêzvanên wî kir û got:
"Dîmenên parêzvanên çekdar ên Barzanî dîmenên ne xweş bûn.
Wezareta Karên Navxwe dest bi lêpirsînê kiriye.
Tirkiye xwedî wê hêzê ye ku wî (Serok Barzanî) biparêze."
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî rexne li belavbûna dîmenên parêzvanên Serok Barzanî girtibû û Baregeha Barzanî jî bersiva Bahçelî dabû.
Çelîk amaje bi peyama Baregeha Barzanî kir û anî ziman:
"Gotinên Barzanî yên li ser Bahçelî nayên qebûlkirin."
"Dewlet tewîzan nade"
Berdevkê AK Partiyê li ser pirseke derbarê pêvajoya çareseriyê û egera guhertinên yasayî jî da zanîn:
"Teror ti carî negihîştiye armanca xwe.
Di vê pêvajoyê de bazar nîne û çênabe jî. Dewlet tewîzan nade.
Hemû dûvelankên rêxistinê dê çekan deynin.
Eger çekdanîn temam bibe û PKK nîşan bide ku hebûna xwe bi dawî aniye, wê demê rêkarên yasayî tên nirxandin.
Karên komîsyonê dê bibin rênîşander."
Omer Çelîk bal kişand ser daxuyaniyên berpirsên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û banga bicihanîna "Peymana 10ê Adarê" kir û got:
"Di civîna xwe ya dawî de gotin, em ji bo Tirkiyeyê nabin gef.
Em jî dibêjin, rêbaza li Îraqê û ya li Sûriyeyê ji hev cuda ne.
Bicihanîna vê peymanê (Peymana 10ê Adarê) li gorî me îsbata wê yekê ye ku HSD ji rêxistina terorê derketiye.
Karaktera rêxistinan wiha ye; li rewşa konjekturel dinêrin.
Komara Tirkiyeyê hişyarî daye û gotiye, ji rewşên aloz hewl nedin tiştekî ji xwe re bi dest bixin."
"Serokê Durzî yê cihêkar..."
Çelîk diyar kir ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan berê ji Beşar Esed re gotiye ku mafên Kurdan bide û wiha pê de çû:
"Em li vir bi çavekî xirab li kesî nanêrin.
Em tenê li wan kesan bi çavekî xirab dinêrin ku bi çavekî xirab li welatê me dinêrin.
Bila Tirkmen, Ereb, Sunî, Şîe, Elewî û Êzidî, hemû qezenc bikin.
Ji bilî serokê Durzî yê cihêkar ti pirsgirêkên me bi kesî re nînin. Em mafên wan jî diparêzin."
Berdevkê AK Partiyê her wiha îdia kir ku Îsraîl herêma Durziyên cihêkar û herêma HSDyê dike yek û got:
"Ya rast ev e: Divê rewşeke wisa çêbibe ku Tirk, Kurd, Ereb û gelên herêmê qezenc bikin."