Olaf Scholz: Em xema leşkerên xwe yên li Îraq û Herêma Kurdistanê dixwin

.

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz ragihand ku ew xema leşkerên xwe yên li Îraq, Herêma Kurdistanê û herêmê dixwin.

Olaf Scholz ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku leşkerên wan di çarçoveya sozên piştgiriyê yên navneteweyî de li wan welatan in û got:

“Em dê ji bo silametiya leşkerên xwe yên li Îraq û herêmê bixebitin.”

Almanyayê 13ê Îlona 2023yan erkê leşkerên xwe yên li Îraq û Herêma Kurdistanê saleke din dirêj kir.

Almanya ji sala 2014an ve di nava Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê de cih digire.

Erkên hêzên Almanyayê yên li Îraq û Herêma Kurdistanê wiha ne:

- Perwerdeya Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Îraqê

- Alîkarîdayîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo yekkirina Pêşmergeyan

- Şopandina tevgerên DAIŞê û parvekirina van agahiyan bi Pêşmerge û artêşa Îraqê re

- Dabînkirina petrolê ji bo balafirên welatên ku di nava Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê de cih digirin

Li hêla din, li gorî biryara Parlamentoya Almanyayê, dê hêzên wan heta 31ê Çiriya Pêşîna 2024an li Îraq û Herêma Kurdistanê bimînin.

Kurdistan Haberleri

Gumrika Kurdistanê biryareke Bexdayê ya derbarê deriyê Îbrahîm Xelîl de red dike
Donald Trump: Şerê li dijî Îranê bi giranî qediyaye
Hevpeymaniya hêzên siyasî yên Kurdistana Îranê civînek li dar xist
Îran û roja 10an - Êriş zêde bûn, bîlanço giran bû
Fransa: Divê di paşeroja Îranê de mafên Kurdan werin parastin