Ofîsa rêxistineke Almanî li Silêmaniyê hat şewitandin

.

Ofîsa saziyeke alîkariyê ya Almanî li navçeya Kifrî ya parêzgeha Silêmaniyê derengiya pêncşemê şewitî û berpirsekî wê rêxistinê ji Rûdawê re ragihand ku ofîs hatiye şewitandin.

Berpirsê projeyên rêxistina HAUKARI Huner Fexredîn îro Înê ji Rûdawê re ragihand ku dîmenên kamerayan nîşan didin ku komek kes ofîsa wan şewitandine û got ku ew avahî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Huner Fexredîn ji Rûdawê re axivî û got “Ofîs bi tevahî şewitî, di nav de pirtûkxaneyek mezin, salona semîneran, û hejmarek xalîçeyên taybetî yên ku me ji bo çalakiyan kirîbûn hebûn.”

Herwiha Fexredîn diyar kir ku ew gumana kesî nakin û ew texmîn dikin ku ziyan derdora 60 hezar dolaran de be û wiha berdewam kir "Polîsê derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin."

Li gorî malpera HAUKARI ev 25 sal in li Herêma Kurdistanê û Iraqê çalak e. Li ser çalakiyên di derbarê rûbirûbûna tundiya li ser jinan, wekheviya zayendî û beşdarbûna ciwanan di diyalogên di navbera komên etnîkî û olî yên welat de sekinîn.

Çend rêxistinên alîkariyê yên Almanî li Herêma Kurdistanê kar dikin û bi piranî giraniyê didin ser rahênankirina ciwanan.

Kurdistan Haberleri

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir
Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em êrişa li ser Konsulxaneya Îmaratê bi tundî şermezar dikin
Almanyayê daxwaznameya ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê qebûl kir
Çar baregehên Heşda Şeibî bi dronan hatin armancgirtin