Ofîsa PDK-Sê ya li Hesekê hat şewitandin

.

Di berdewamiya zext û êrişên ser partiyên endamê Encûmena Niştimaniya Kurdî ya li Sûriyê (ENKS) de, şeva bihorî 19ê Nîsanê Ofîsa Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriye ya li bajarê Hesekê hat şewitandin. Di nava du rojan de ev sêyemîn ofîsa ser bi ENKSê ve ye ku li Rojavayê Kurdistanê tê şewitandin.

Endamê Polîtboruya PDK-Sê Beşar Emîn ji bajarê Hesekê ve ji Rûdawê re ragihand, şeva Sêşembê ofîsa partiya wan a li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hin kesan ve hatiye şewitandin.

Beşar Emîn got, “derdora 10 kesên ser û çav nixumandî avêtine ser Ofîsa PDK-Sê ya li Hesekê û ew ofîs şewitandine.”

Şevek beriya wê di 18ê Nîsana 2022an du ofîsên din ên ser bi ENKSê û partiyên wê ve li Rojavayê Kurdistanê hatibûn şewitandin. Yek ji wan, Ofîsa Encûmena Xwecihî ya ENKSê li bajarê Dêrikê û ya din Ofîsa PDK-Sê ya li bajarê bû.

Rêveberiya Xweser û Asayişa Rêveberiya Xweser heta niha derbarê şewitandina ofîsên ENKSê de ti daxuyanî û zelalkirinek nedane.

Herwiha heta niha ti kesek ji ber êrişa ser ofîsên ser bi ENKSê ve û şewitandina wan nehatiye desteserkirin.

Berpirsên ENKSê dibêjin, rêxistina bi navê Ciwanên Şoreşger a ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve berpirsyarê wan êrişan e.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Nêzîkî 700 hezar ciwan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar dikin
Medya Rûsî: Deshilata Şamê ji Rûsyayê xwest polîsê leşkerî vegere nav Sûriyê
Sûriye û Iraqê li hev kir: Xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê wê bê nûkirin
SANA: Di pevçûna ligel HSDê de leşkerekî Sûrî hate kuştin
Di civîna Urdinê de ji bo Siwêdayê 4 biryar hatin dayîn