Ocalan Demîrtaş rexne kir; ‘Siyasete magazînî bi me ne hewce ye’

.

 Parlamenterê HDPê yê Rihayê Omer Ocalan, bêyî ku navê hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş bide,  ew rexne kiriye ku li ser medyaya civakî derbarê Erdogan de parvekirinên pêkenokî belav kirine. Omer Ocalan dibêje: “Siyasete magazînî bi me ne hewce ye, Kurd di nava qirkirina çandî, siyasî û fîzîkî de ne.”

Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ku di zindana Edîrneyê de girtî ye, di nivîsên xwe yên li ser Twitterê de bi awayekî pêkenokî behsa bawernameya zanîngehê ya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kiriye.

Parlamenterê HDPê Omer Ocalan jî li ser hesabê xwe yê twitterê, bêyî ku navê Demîrtaş bîne ziman, ji ber şêweya wî ya behskirina Erdogan, wî rexne dike.

Omer Ocalan di twîta xwe ya bi Kurdî nivîsandî de wiha dibêje: “Siyasete magazînî bi me ne hewce ye, Kurd di nava qirkirina çandî, siyasî û fîzîkî de ne. Hebûn û nebûna dîplomaya Erdogan Kurdan eleqedar nake. Tişta sereke ku divê em li ser bisekinin destkeftiyên gelê me ne. Gelê me naxwaze di sedsala 21an de winda bike.”

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’