NYyê pêşnûmaya ku dixwaze Rûsya ji Ukraynayê vekişe qebûl kir

.

 Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) pêşnûmaya biryarê ya ku dixwaze hêzên Rûsyayê bila bilez ji Ukraynayê vekişin, qebûl kir.

Di ser şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê re sê sal derbas bûn ku Lijneya Giştî ya NYyê ji bo civîneke bilez civiya.

Di civînê de pêşnûmeya ku Ukraynayê amade kir ya ku dixwaze "hêzên Rûsyayê bila bilez vekişin û şer raweste" û welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) jî piştgiriyê dide ji bo dengdayînê hat pêşkeşîkirin.

Di dengdayîna Lijneya Giştî de 18 welatan ji bo pêşnûmeya Ukraynayê got "na" û 93 welatan jî got "erê" û ew hat qebûlkirin.

Di dengdayînê da 65 welat bê alî man.

Amerîka û Rûsyayê ji bo pêşnûmeyê dengê "na" da û Tirkiyeyê jî dengê "erê" bi kar anî.

Di biryara ku hat qebûlkirin de hat gotin ku dagirkeriya Rûsyayê sê sal in dewam dike û ev ne tenê ji bo Ukraynayê, ji bo herêmên din û aramiya kurewî jî encamên wêranker û demdirêj derdixe holê.

Biryara ku welatên Yekîtiya Ewropayê jî piştgirî da, bang dike ku şerê di navbera her du welatan de bila bi dawî bibe û Rûsya ji sînorên Ukraynayê vekişe.

Ti derbasdariya qanûnî ya vê biryarê ya ku di Lijneya Giştî de hat qebûlkirin nîne.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle