NY: Par 3 hezar 77 koçberan canê xwe ji dest dan

.

 Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku par zêdeyî 3 hezar koçber li Deryaya Navîn û Okyanûsa Atlantîk dema hewl didan xwe bigihînin Ewropayê canê xwe ji dest dane.

Roja Înê 29ê Nîsana 2022an Saziya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî raporek li ser penaberan û koçberan weşand û diyar kir ku par 3 hezar 77 kesan dema hewl didan xwe bigihînin Ewropayê li Deryaya Navîn û Okyanûsa Atlantîkê niqûmî avê bûn û canê xwe ji dest dan.

Hat diyarkirin ku di sala 2020an de jî 1544 koçber li Deryaya Navîn û Okyanûsa Atlantîkê canê xwe ji dest dan.

Neteweyên Yekbûyî her wiha destnîşan kir ku ji 3 hezar û 77 kesan, hezar û 924 kes li ser rêyên Deryaya Navîn û hezar û 153 kesên din jî di Deryaya Navîn de dema ku ji Bakurê Afrîkayê dixwestin xwe bigihînin giravên peravê canê xwe ji dest dane.

Berdevka Saziya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî Shabia Mantoo da xuyakirin ku piraniya koçberan ji bo derbasbûnê keştiyên gelekî xirab bi kar anîne û ev yek bûye sedem ku gelek caran keştî niqûm bibin û bibin sedema mirina koçberan.

Li gorî ajansa NYyê sala borî 53 hezar û 323 koçber bi keştiyan gihîştine Îtalyayê û ev rêje ji sala borî ji sedî 83 zêdetir e. Her wiha di sala 2021an de 23 hezar û 42 kes xwe gihîştandin giravên peravê.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle