NY: Li Ukraynayê herî kêm 1982 sîvîl hatine kuştin

.

Netewên Yekbûyî (NY) derbarê şerê Rûsya û Ukraynayê de ragehand, li Ukraynayê herî kêm 1982 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 651 kesên sivîl jî birîndar bûne.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Bilind a Penaberan a NYê ji 24ê Sibatê heta 14ê Nîsanê di şer û pevçûnên li Ukraynayê de 1982 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Herwaha li gor heman daxuyaniyê ji ber şer 4 milyon û 794 hezar û 245 kesên sivîl ên Ukraynayê jî penaber bûne û ji wan jî 2 milyon 720 hezar û 622 kes çûne Polonya, 726 hezar û 857 kes derbasî Romanya bûne, 484 hezar 725 kes derbasî Rûsyayê bûne, 447 hezar û 53 kes derbasî Macarîstanê bûne419 hezar û 499 kes derbasî Moldova bûne, 329 hezar û 597 kes derbasî Slovakya bûne û 22 hezar û 827 kes jî derbasî Belarûs bûne.

Daxuyaniya NYê de hat gotin ji ber şerê Rûsya û Ukraynayê, 2.7 milyon kesên astengdar ên li Ukrayna jî ketine bin metirsiyê.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin