NY li ser operasyona Tirkiyê ya ser Rojavayê Kurdistanê: Xwe ji çareseriya leşkerî dûr bixin

.

Netewên Yekbûyî teqezî li ser rêzgirtina serweriya Iraqê kir û daxwaza rêzgirtina serweriya Sûriyê li ser êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê kir û diyar kir ku divê xwe ji çareseriya leşkerî dûr bixin.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ferhan Heq îro Çarşemê ji Rûdawê re ragihand, ew teqeziyê li ser parastina serweriya Iraqê dikin û her gaveke berovajî vê yekê be, wan nîgeran dike.

Ferhan Heq her wiha li ser operasyona muhtemel a Tirkiyê ya ser Rojavayê Kurdistanê bang li hemû aliyan kir ku rêzê li serweriya xaka Sûriyê bigirin û xwe ji çareseriya leşkerî dûr bixin.

Roja Sêşemê Encûmena Ewlekariya Navdewletî civîneke awarte li ser êrîşên Tirkiyê yên ser Herêma Kurdistanê kir û di civînê de Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên bang li Encûmena Ewlekariya Navdewletî kir ku Tirkiyê neçar bike ku hêzên xwe ji Iraqê vekişîne û malbatên kesên di topbarana 20ê Tîrmehê de canê xwe ji dest dane qerebû bike.

Nûnerê Tirkiyê yê Encûmena Ewlekariya Navdewletî red kir ku wan ew êrîş pêk anîce û diyar kir ku wan ji Iraqê xwestiye ku komîteyeke hevbeş ji bo lêkolînê li ser bûyerê pêk bînin lê Fuad Husên teqez kir ku tevî ku wan hemû belge hene ku berpirsyariya Tirkiyê di topbaranê de îsbat jî bikin lê Enqerê daxwazeke fermî jî heta niha negihandiye Bexdayê.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt