NY: Li Myanmarê di çalakiyê dijî derbeyê de 138 kes hatin kuştin

.


Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric tundiya li dijî çalakvanên li Myanmarê şermezar kir.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric di civîna çapemeniyê ya rojane de tundiya li dijî çalakvanên aştiyane yên li Myanmarê şermezar kir û bi bîr xist ku di çalakiyên 14ê Adarê de 38 çalakvan hatin kuştin, ji 1ê sibatê roja derbeyê heta niha jî herî kêm 138 kesên jin û zarok jî tev hatin kuştin.

Stephane Dujarric bangî civaka navneteweyî û welatên herêmê kir ku piştevaniyê bidin gelê Myanmarê û li aliyê demokrasiyê bisekinin.

Derbeya leşkerî ya li Myanmarê

Hatibû îdiakirin ku di hilbijartina 8ê mijdara 2020î de di jimartina dengan de hîle hatiye kirin û li ser vê yekê li wî welatî alozî zêde bibû.

Di 1ê sibatê de Serokê  Myanmarê Win Myint, Wezîra Derve Aung San Suu Çîî û giregirên Yekîtiya Demokrasiya Neteweyî (NLD) ya partiya desthilatdar hatibûn desteserkirin. Ji bo salekê rewşa awarte hatibû ragihandin.

Asya Haberleri

Hûsiyan bi mûşekan êrişî keştiya petrolê ya Brîtanyayê kir
Li Îtalyayê belema koçberan noqî avê bûye: 41 kes mirine
Asya diheje.. Erdhej li Çîn, Endonezya û Afxanîstanê rû dan
UNICEF: Di 2023yan de 289 zarok di Derya Spî de xeniqîn
Li Pakistanê di nav mizgeftekê de teqîn: Herîm kêm 17 kuştî û 90 birîndar hene