NY Hişyarî Dide ku Rewşa Îranê Krîtîk e

.

Komîserîya Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Sêşemê ragihand ku rewişa li Îranê krîtîk e.

Li gor wê komîserîyê, li Îranê di protestoyên du mehên dawî de pirtir ji 300 kes hatine kuştin û helwesta dijî protestoyan jî roj bi roj tundtir dibe.

Ofîsa Komîserîya Bilind ya Mafên Mirovan (OHCHR) jî ragihand ku di xwepêşandanên li Îranê de heta niha pirtir ji 300 kes hatine kuştin ku ji wan zêdetirî 40 zarok in.

OHCHR herwiha da zanîn ku kuştinên xwepêşandaneran li 25 ji 31 eyaletên seren serî Îranê hatine ragihandin.

Berdevkê OHCHR Jeremy Lawrence bal kişand ser rewşa li bajarên Kurdan û fîkarên xwe yên kûr anî ziman.

Lawrence ragihand ku li gor agahîyên di destê wan de di hefteya borî de zêdetirî 40 Kurd ji alîyê hêzên ewlehîyê ve hatine kuştin.

Di rojên borî de Mahsa Jîna Amînî, ku Kurdeke 22 salî bû, di derdestîyê de canê xwe ji dest dabû û ser wê mirinê li seranserê Îranê protestoyan domdar destpê kiribûn.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt