NY hejmara kuştî, birîndar û koçberên şerê li Lubnanê eşkere kir

.

Ofîsa Hemahengiyê ya Karûbarên Mirovî ya Netewên Yekbûyî (NY) ragihand, di encama şerê ji 23yê Îlonê ve li Lubnanê dest pê kiriye de, 2 hezar û 83 kes hatine kuştin, 9 hezar û 869 jî birîndar bûne.

Ofîsa NY diyar kir ku 608 hezar û 509 kes koçber bûne ku ji wan 180 hezar û 700 bê cih û war in.

Li gorî daxuyaniyê, li Lubnanê rewşa mirovî bi aloziyê re rû bi rû ye, êrîşên hewayî yên Îsraîlê zêdetir dibin û herêmên ewle jî didin ber xwe.

Kordînatora Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Lubnanê, Jeanine Hennis Plasschaert, di civîna rojnamevanî de got: "Lubnan rûbirûyî nakokî û krîzeke mirovî ya di asata rêjeya felaketê de ye".

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle