NY daxwaz dike Tirkiye êrîşî herêmên di bin kontrola HSDê de neke

.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stéphane Dujarric, di derbarê gefên operasyona Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê axivî û diyar kir: “Divê rêz li agirbestê were girtin.”

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî daxwaz dike, Tirkiye êrîşî herêmên di bin kontrola HSDê de neke.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stéphane Dujarric eşkere kiriye: “Ji 22ê Cotmeha 2019an ve rêkeftin li ser agirbesteke li Bakurê Sûriyê heye, em agirbestê gelekî cidî dibînin û em bi hêvî dikin berdewan be."

Herwiha Dujarric diyar kiriye: “Hûn dizanin, ez difikirim ku peyama me ya hestiyar ji bo hemû welatên ku di mijarê de cih digirin ew e ku em ji wan daxwaz dikin ku rêzê li yekîtiya axa Sûriyê bigirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle