NY banga azadkirina Şebnem Korur Fincanci kir

.

 5 raportorên Konseya Mafên Mirov a Neteweyên Yekbûyî banga serbest berdana Seroka Yekitiya Pizîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fincanci kirin.

Pispora Tiba Edlî û Seroka Yekîtiya Pizîşkên Tirk Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci, piştî ku 20ê Cotmeha 2022ê egera bikaranîna çekên kîmyayî ya Tirkiyê li dijî gerîlayên PKKê anîbû ziman, 26ê Cotmehê li bajarê Stenbolê bi hinceta “propagandaya rêxistina terorê” hat desteserkirin û 27ê Cotmehê ji aliyê dadgehê ve hat girtin.

5 pisporên Konseya Mafên Mirov a Neteweyên Yekbûyî, ku derbarê pirsgirêkên mafên mirov an welatekî diyar de wek xwebexş bo NYê dixebitin, ji bo serbest berdana Şebnem Korur Fincanci bang li Tirkiyê kirin û ragihandin: “Divê Tirkiye bi armanca çavtirsandina parêzvanên mafên mirov dest ji bikar anîna yasaya terorê berde.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin: “Me li Tirkiyê, di nav de Fincanci jî gelek belge tomar kirin, ku bi rêya yasaya terorê û yasayên din ên cezayê aktîvîstên saziyên sivîl tên çavtirsandin, desteser kirin, girtin û ceza li wan tê birîn. Divê mafê parêzvanên mafên mirov û xebatkarên tendirustiyê yê gotina rastiyê bi awayekî aştiyane li hember hikûmetê bê parastin. Rola van kesan a di diyarkirina binpêkirinên mafên mirov de, yek ji bingeha herî girîng a civakên demokratîk e.”

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt