NY: 45 hezar kes ji nişteciyên deverên derdora girtîgeha Xiwêran aware bûn

.

Neteweyên Yekbûyî (NY) bi daxuyaniyekê diyar kir, ji ber şerê navbera çekdarên DAIŞê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku DAIŞê êrîşî Girtîgeha Xiwêran a li Hesekê kiribû, 45 hezar kes ji taxên derdora girtîgehê aware bûn.

Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Hemahengiya Karûbarên Mirovî eşkere kir: “Di encama êrîşa vê dema dawî ya çekdarên DAIŞê de, ku şeva Pêncşema borî li bajarê Hesekê bi ser Girtîgeha Xiwêran de êrîş kiribû, heta niha herî kêm 45 hezar kes ji nişteciyên deverên derdora girtîgehê ber bi taxên din ên nav bajêr aware bûn.”

Ev di demekê de ye ku heta îro jî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hevpeymaniya Navdewletî di hewldanên xwe yên desteserkirina wan çekdaran de berdewam in, ku hewl dan ji Girtîgeha Xiwêran birevin.

Şeva pêncşemê zêdetirî 100 çekdarên DAIŞê êrîş kirin ser Girtîgeha Xiwêran, ku ji aliyê hêzên Kurdî ve li parêzgeha Hesekê tê birêvebirin. Li gor amaran, heta niha 45 şervanên HSDê û pasevanên girtîgehê di wê êrîşê de can dane û bi dehan çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin. Hîn jî şer û pevçûna navbera wan berdewam e.

Kurdistan Haberleri

Tom Barrack: Tirkiye vedigere bernameya F-35 û kêşeya S-400 tê çareserkirin
Li Amedê 128 Salîya Rojamegerîya Kurdî Hat Pîroz Kirin
Pentagonê amarên dawî yên şer eşkere kirin: 400 leşker birîndar in
Çarenivîsa dan û standinên Îran û Amerîkayê
PWK: 128 Salîya Rojnamegerîya Kurdî Pîroz Be