Nûxşe Nasîh bû Parêzgara Helebceyê

.

 Qeymeqama Helebceyê Nûxşe Nasîh wekî Parêzgara Helebceyê ya bi wekalet hat diyarkirin û dê hefteyê bê dest bi kar bike.

Çavkaniyeke ji parêzgeha Helebceyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

“Roja pêncşemê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyarkirina Nûxşe Nasîhê wekî Parêzgara Helebceyê ya bi wekalet îmze kir.”

Li gorî vê çavkaniyê, “Nûxşe Nasîh dê roja pêncşema bê dest bi kar bike.

Li ser pêşniyara Qaymeqamiya Parêzgehê jî dê Birêvebirê nahiyeya Bemoyê ya Helebceyê Simko Salar wekî Qaymeqam dest bi kar dike.”

Cîgirê berê yê Parêzgarê Helebceyê û endamê niha yê Parlamentoya Kurdistanê Kawa Elî jî ji Rûdawê re got:

“Meha yekem a îsal nivîsa taybet a bi destpêkirina Nûxşe Nasîhê wekî Parêzgar ji Wezareta Karên Navxwe re hat şandin da ku ji wir jî ji Encûmena Wezîran re were şandin.”

Nûxşe Nasîh sala 1978an li Helebceyê ji dayîk bûye.

Nûxşe Nasîh ji sala 2008an heta 2015an Birêvebira nahiyeya Biyareya Hewramanê ya parêzgeha Helebceyê bû.

Ew 27ê Adara 2016an wekî namzeda YNKyê bû Qaymeqamê Helebceyê.

Kurdistan Haberleri

Li Helebçeyê bi dronan êrîşî bircên weşan û peywendiyan hat kirin
Komîsyonên Jinan ên HAK-PAR û PWKyê ji bo 8ê Adarê Civînê li Dar Dixînin
Mustafa Ozçelîk, beşdarî bernameya taybet ya di derbarê Raperîna Başûrê Kurdistanê de bû
Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer
Paşmaweyên rêjîmê careke din 2 kempên Hizba Dêmokrat kirine armanc