Nûtirîn amara qurbanî û rizgarbûyên Êzidî hat ragihandin

Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidiyan amareke nû ya qurbanî û rizgarbûyên Kurd ên Êzidî belav kir.

Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidiyan amareke nû ya qurbanî û rizgarbûyên Kurd ên Êzidî belav kir.

Li gor Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidiyan amar wiha ye:

- Hejmara Êzidiyan li Iraqê: 550 hezar kes in.

- Hejmara Êzidiyên ji ber êrîşa DAIŞê koçber bûne: 360 hezar kes in.

- Hejmara şehîdên roja yekem a êrîşa DAIŞê li ser Şingalê: 1293 şehîd in.

- Hejmara zarokên bê bav in: 2745 zarok in.

- Hejmara gorên bikomî yên heta niha hatin aşkere bûne: 80 gorên bikomî ne.

- Hejmara mezargeh û cihên olî yên hatine teqandin: 68 mezargeh in.

- Hejmara kesên koçberî derveyî welat bûne: Zêdetir ji 100 kes kesî tê texmînkirin.

- Hejmara revandiyan: 6417 kes in. Regeza mê: 3548 kes in. Regeza nêr: 2869 kes in.

- Hejmara rizgarbûyên ji destê DAIŞê bi vî awayî ne: Bi giştî: 3509 kes in: Ji wê hejmarê 1192 jin in. 337 mêr in. 1033 zarokên keç in. 947 zarokên kur in.

- Hejmara kesên mane: 2908 kes in. Ji wan 1323 jin in û 1585 kesên bi regeza nêr in.

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!