Nurî Aldur: Resensîyonek li ser pirtuka nivîskar Sarah Moss

.

Navê pirtukê : OFFERMUR  - Atlas 2021,    146  pele.

 Pirtuk ji zimanê ingilîzî hatîye vergerandinî zimanê swêdî. Verger ji alîyê Rose-Marie Nielsen ve hatîye kirin. Offermur romaneke ku nivîskar ew ji çend tema yan afirandîya û pirtuk anjí roman a xwe pêkanîye. Helbet di romanêde babetêndin jî hatine qalkirin, lê ewan bes bi kurtayîne. Mîna hinek hadîseyên û bûyerên li Ingilîstan, Îskoçya, Îrlanda anjî Danimarka bi awakî edebî û bîranînên tarîxî bo me xwendevanan hatîye nivîsandin.

Eger em vegerin ser babetên anjî tema´yên romanê; li gor analîz û bawerîyamin nivîskar li ser sê tema di rawestê. Tema yekemîn li ser wekhevîya jin û mêrana anjî keç û kurana. Ev tema li ser dema salên 1970 û 1980 ya na; çand û kultur hinek ser û bin girtîye, perwerdeya malbatî û dibistanî hișkere konservative û bê goman ev li gelek welatên Awrûpa yên din jî wehabû, balam li vir em  qala Ingilîstan dikin û babet romana Offermur`a. Eger em mîsalek li vir pêșkêșî we xwendevanan bikin, wê tema me dîyartir bibe: ”…Min gote bav ê xwe ku ez jî karim li wir razim…lê bavêmin gotemin ku ahmaqnebe û ma tu nizanê ku tu nikarê li gel kuran razê…”. ”…Carekedin jí bavêmin ez ciza kirim/li min xist, bo ku ez tenê ketibûma avê û cilêmin tenik û sivikbûn…”.

Tema duemîn tema  tabîatêye/naturêye. Di romanêde tabîat gelek caran bi awakî delal û xweșik bo me xwendevanan têt îzahkirin, nivîskar weha îzahdike ku mîna spîkêrek der û deran bo guhdarên xwe didê nasîn. Em li vir jî karin çend xetên nivîskar ji romanê fermoyî we xwendevanan bikin: ”…  Dar di nava mijekî tenikde hatibûne nixwûmandin û roj hêjî gelekî nizmbû ku merov nikarîbû sîh a xwe bibîne….”.Û gelek peyvokên din mîna ”roj, ba û baran”, ”dawî rojê em bi tarîtî û heyvêre hiștin”, ”ciglûyên daran û pelên șîn” û gelekedinî wilo.

Sêemîn tema jî li ser heywanana; her çiqas ev tema nêzîkî temaya duemîne jî – heta merov karê bêjê ku her du tema li gel havin, mîna goșt û hestû anjî av û nan pevrene – lê dîse jî heywan ji gul û bexçan û ji daristanan cûdana. Heywan xwedî rûh û canin û bi damar, hestû û  xwînin. Fermo xwendevanno! Navên hinek ji wan heywanên ku di romanêde derbasdibin bibhîzin: masî, mîro, cûk, teyr, beraz, kovî, kund, beytik, kîroșk û gelek navêndin ku min ne dinasîn. Demxweș.

Kurdistan Haberleri

Hakan Fîdan li ser serdana Erdogan a Hewlêrê peyamên girîng dan
UNAMIyê êrişa li Qada Gazê ya Kormorê şermezar kir
Wezareta Derve ya Amerîka êrîşa li ser Kor Morê şermezar dike
Şêxmûs Dagtekîn bi fransizî helbest xwendin lê bi kurdî sitra
Nêçîrvan Barzanî êrişa li Qada Gazê ya Kormorê şermezar kir