Nûnertiya ENKSyê ya Hanoverê: Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevpeymaneke me ya stratejîk e

.

Nûnertiya Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) ya bajarê Hanoverê ya Almanyayê ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevpeymaneke wan a stratejîk.

Encûmena Xwecihî ya Hannoverê ya di bin banê Nûnertiya Ewropayê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) de doh civînek li dar xist.

Civîn di bin çavdêriya Seroka Nûnertiya Ewropiyê ya ENKSyê Necah Hîvo û Serokê Ofîsa Rêxistinê ya Nûnertiyê Dr. Welîd Hemmo hat lidarxistin.

Necah Hîvoyê li ser pêşhatên dawî û helwesta wan a li ser rewşa niha ya Sûriyeyê rawestiya û di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa mixalefeta Sûriyeyê.

Necah Hîvoyê diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û serkirdayetiya wê her demê piştgiriya mafên netewî yên Kurdên li Rojavayê Kurdistanê kiriye.

“Piştevaniya Herêma Kurdistanê girîng e”

Hîvoyê tekez kir ku piştevaniya Herêma Kurdistanê ya ji bo Diyaloga Kurdî-Kurdî ya di navbera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de ji bo berjewendiyên neteweyî yên Kurdan girîng e.

Hîvoyê her wiha xwest ku nûnertiyên ENKSyê yên li Ewropayê bi civaka Kurdan a li Ewropayê re pêwendiyên xwe bihêz bike û çalakiyên xwe jî zêdetir bike.

Dr. Welîd Hemmo li ser girîngiya rêxistinkirina navxweyî ya ENKSyê axivî.

Paşê hilbijartinên ji bo damezrandina buroyên birêvebirinê yên Meclîsa Parêzgeha Hannoverê hatin kirin û ji bo her ofîsê serokek û endamên alîkar hatin hilbijartin.

Her wiha hat gotin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevpeymaneke wan a stratejîk e.

Kurdistan Haberleri

Mihemed Welî: Em hêvî dikin ku dawiya Tebaxê hilbijartinên Parlamentoya Sûriyeyê werin kirin
Leşkeran bi ser gundekî de girt: Li Qilebanê çi dibe?
MÊRDÎN - DEDAŞê kareba qut kir: Krîzeke mirovî dest pê dike
ALMANYA - Jineke Kurd di nava mehekê de 2 xelatên girîng wergirtin
‘Heta Îran nebe Îraneke din, em nikarin vegerin’