Nûnerê taybet yê NY Pedersen: Li Sûriyê krîz ber bi xerabiyê ve diçe

.

Nûnerê taybet yê NY yê Sûriyê Geir Pedersen ragihand ku li Sûriyê xelk di navbera krîza ku kûr bûye de asê maye û tevgerên neyînî zêdetir bûne. Pedersen, di civîna ku mijara wê li ser rewşa Sûriyê ya siyasî û mirovî bû de axifî û got ku di wexta dirêj de xelk bi perçebûnê û tehdîda bêhêviyê re rû bi rû ye. Pedersen, endamên konseya NY li ser rewşa dawiyê ya Sûriyê agahdar kir û got:

“Xelkê Sûriyê li ser derneketina rêyekî siyasî ya zelal ya biryara 2254an ya bicîhanînê, ji ber di wextekî dirêj de tehdîda perçebûnê û bêhêviyê, her diçe krîza kûr dibe û xelk di nav krîzê de givişiye. Ji ber nebûna pêvajoya berfireh ya siyasî, meylên neyînî her diçe zêdetir dibin. Ev rewş ji bo Sûriyeyiyan û civaka navdewletî talûkên xeter çêdikin.

Eger van dînamîkan dewam bikin, bêguman wê sîvîl zêdetir eziyetê bibînin. Pêvajoya çareserkirinê dirêj bûye, ji ber wê bê îstîqrariya herêmê û xwurtbûna grûbên redîkal bi endîşene.”

Kurdistan Haberleri

PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin
Îran rêyê nade pişkinîn bo bingehên wê yên atomî bê kirin
PDK û YNK: Aloziya 2 nameyan û hewldanên Yekgirtûyê
Li Amedê krîza aborî: Hinardeya bajêr kêm bûye