Nûnerê Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan

.

Nûnerê Serok Mesûd Barzanî Ebdulhemîd Derbendî bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî civiya.

Nûnerê Serok Mesûd Barzanî Ebdulhemîd Derbendî îro çû Rojavayê Kurdistanê.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê ragihand ku Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî Ebdulhemîd Derbendî pêşwazî kir.

Li gorî daxuyaniyê Ebdulhemîd Derbendî û Mezlûm Ebdî di civînê de rewşa dawî ya Kurdan û herêmê hat gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Di hevdîtinê de Dr. Derbendî peyama piştgiriyê ya Serok Barzanî ragihand ku tê de tekezî li ser girîngiya yekrêziya Kurdan û xurtkirina hevkariya hevbeş a ji bo serkeftina li ser zehmetiyên heyî yên li Sûriyeyê hatiye kirin.

Ji aliyê din ve, Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî spasiya xwe ji bo peyam û piştgiriya Serok Barzanî anî zimên û tekezî li ser wê yekê kir ku qonaxa niha pêwîst e hemû aliyên Kurdan hewlên xwe bikin yek da ku aramî were parastin û berjewendiyên gelê Kurd bên parastin."

Vê dema ku çarenivîsa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê diguhere hewlên aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê yên ji bo yekrêziyê jî zêde bûne.

Divê were gotin ku Serok Barzanî 8ê vê mehê li Pîrmamê bi şandeya ENSKyê re civiyabû.

Şandeya ENKSyê ji Mihemed Îsmaîl, Silêman Oso, Feysel Yûsif, Fesla Yûsif û Nîmet Dawûd pêk hatibû.

Baregeha Barzanî dabû zanîn ku Serok Barzanî di civînê bal kişandiye ser girîngiya yekrêziya Kurdan.

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî diçe Îmaratê
Krîza 'dorpêça dualî' ya li Tengava Hurmizê kûrtir dibe
Xezîneyeke nû ya zimanê Kurdî: Etîmolojiya zaravayên Kurdî derket
Yekîtiya Ewropayê bangî Îranê kir: Îdaman rawestînin û girtiyan serbest berdin
Îraq: Pergala dijîdron Herêma Kurdistanê li xwe nagire