Nûnerê Serok Barzanî dê tev li Konferansa Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê bibe

.

Qamişlo amade ye ji bo Konferansa Yekîtiya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê. 

Sibê, 26.04.2025, bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê dê mêvandariya konferanseke girîng bike ku armanca wê yekîtî û yekhelwêstiya partiyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê ye. 

Hate ragihandin ku Dr. Hemîd Derbendî, berpirsê karûbarên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê yê Herêma Kurdistanê û nûnerê taybet ê Serok Mesûd Barzanî, dê li ser navê Serok Barzanî beşdarî konferansê bibe.

Ev konferans bersiva daxwaza Serok Barzanî ye ji bo yekkirina rêzên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê û tê payîn ku tevahiya partî û aliyên Rojavayê Kurdistanê, di nav de Encûmena Niştîmanî ya Kurdî (ENKS), Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û bi sedan siyasetmedarên Kurd, beşdarî vê civîna dîrokî bibin.

Konferans weke gaveke stratejîk tê dîtin ji bo xurtkirina hevgirtina Kurdan li Rojavayê Kurdistanê û yekrêziya wan di qada siyasî de.

Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.

Kurdistan Haberleri

Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide
JD Vance: Em dixwazin Rojhilata Navîn bi dîplomasiyê biguherînin
Şikefta Hezar Mêrd.. Cihekî ji serdema kevirî li Silêmaniyê
Netanyahu: Me rê li ber rûxandina birêvebiriya Tehranê xweş kir
Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK