Nûnerê MSDê: Divê Amerîka, Rûsya û Komkara Erebî li dijî Tirkiyê helwest nîşan bidin

.

Nûnerê Encumena Sûriya Demokratîk (MSD) li Herêma Kurdistanê Hoşeng Derwêş ragihand ku divê divê Amerîka, Rûsya û Komkara Erebî helwestê li dijî êrişên Tirkiyê yên bo ser Rojavayê Kurdistanê nîşan bidin.

Şeva 20ê Mijdarê, firokeyên şer ên Tirkiye êrîşî bajarên Kobanî, Dêrik û gundewarê Girê Sipî û Dirbêsiyê yên Rojavayê Kurdistanê kirin û di encamê de bi dehan kesan cane xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Nûnerê Encumena Sûriya Demokratîk li Herêma Kurdistanê Hoşeng Derwêş beşdarî bultena Rûdawê bû û derbarê êrîşên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê got: “Bdengiya Rûsya, Amerîka û Komkara Erebî bûye sedem ku Tirkiyê êrîşeke asmanî bike û divê ew alî helwesteke zalal nîşan bidin.”

Hoşeng Derwêş da zanîn ku Tirkiyê berdewam hewl dide êrîşeke berfireh li dijî Rojavayê Kurdistanê pêk bîne, lê ew ne di wê baweriyê de ye ku Tirkiye operasyoneke bejahî li dijî Rojavayê Kurdistanê pêk bîne.

Derwêş diyar jî kir ku “Tirkiyê ji bo êrîşeke bejahî bibe ser Rojavayê Kurdistanê glopa kesk ji civaka navdewletî wernegirtiye.”

Nûnerê MSD ji Rûdawê re got, Rêveberiya Xweser ji her êrîşekê re amade ye û eger êrîş pêk hat dê bandor li navçeyê bi giştî bibe.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt