Nûnerê Amerîkayê: Em dê piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bikin

.

Nûnerê Taybet yê Amerîka ji bo Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyê Nicholas Grainger ragihand ku welatê wî dê piştgiriya projeyên aborî yên Rojavayê Kurdistanê bike.

Nûnerê Taybet yê Amerîka ji bo Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyê Nicholas Grainger serdana Navenda Encumena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser kir û ji aliyê Hevseroka Encumenê Bêrîvan Xalid ve hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de herdu aliyan behsa êrîşên û gefên Tirkiyê û bombebarankirina navendên xizmetguzarî kirin.

Nicholas Grainger tekezî li ser piştgiriya Amerîka ji bo projeyên aborî û aramiya li navçeyên Rêveberiya Xweser kir.

Herwiha Grainger serdana çend deverên di bin kontrola Rêveriya Xweser de jî kir û ji Amûdê çû Reqayê û bi Encûmena Sivîl ya wî bajarî re jî civiya û piştre jî bi serok hozên Reqayê re hevdîtin pêk anî.

Di derbarê seredana Grainger a ji bo bajarê Reqayê de, Cîgirê Hevserokatiya Encûmena Reqayê ya Sivîl Ebdulselam Hemsork ji medya nêzîkî HSDê re axivî.

Ebdulselam Hemsork got: “Ev yekem seredana şanda Amerîkî ya fermî û eşkere ye ji bo Encûmena Sivîl a Reqayê, piştî vekişîna hêzên Amerîkî li sala 2019.  Rewşa ewlekarî, siyasî û jêrxaneya wêrankirî ya Reqayê û û ji nû ve avakirina bajêr hat gotûbêjkirin.”

Hemsork da zanîn ku wan derbarê ewlekariya bajêr û xizmetguzarî de hejmareke proje radestî şanda Amerîkî kirine û  bi gotina wî şanda Amerîkî soz da ku di hemû waran de piştevaniya navçeyê bike.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle