Nûnera Neteweyên Yekbûyî ji bo Şingalê bangewazî kir!

.

Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert, îro 3yê Tebaxê beşdarî Konferansa Salvegera Jenosîda Êzidiyan a bi diruşma (Ber Bi Dahatûyeke Berdewam a Aram ji Êzidiyan re) bû.

Di konferansa ku li Hewlêrê di bin çavdêriya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de hate lidarxistin de, Plasschaert, bang li hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê kir û xwest, rêkeftina Şingalê were bicihkirin.

Plasschaert wiha axivî: “Nabe karesatên ku hatine serê Êzidiyan careke din dubare bibin, lewma divê rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê were cîbicîkirin.”

Nûnera NY pêwîstiya vegera koçberan bo malên xwe li Şingalê anî ziman û banga hevkariya hemû aliyan di proseya asayîkirina rewşa herêmê de kir.

Plasschaert herwiha bangewazî li Hikumeta Federal a Iraqê kir ku kiryarên DAIŞê yên li dijî Êzidiyan weke jenosîd bi nav bike û Şingalê ji nû ve bê avadankirin, ewlehî û aramî li wir bê peydakirin û zemîneke guncaw ji bo vegera koçberan jî bê amadekirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle