Numan Kurtulmuş li Diyarbekirê: Zimanê dayîkê weke şîrê dayîkê helal e

.

Cîgirê Serokê Ak Partiyê Numan Kurtulmuş serdana Diyarbekir kir û li gel rayedar û rêveberên berê yê Ak Partiyê xwarina wefayê li dar xist.

Cîgirê Serokê Ak Partiyê Numan Kurtulmuş serdana Diyarbekir kir û li gel rayedar û rêveberên berê yê Ak Partiyê xwarina wefayê li dar xist. Di civînê de Numan Kurtulmuş amaje kir ku zimanê dayîkê li hemû mirovan wek şîrê dayîkê helal e û desthilatdariya Ak Partiyê de wan ev siyaset meşandiye.

Cîgirê Serokê Partiya Dad û Geşepêdanê (Ak Partî) Numan Kurtulmuş ji bo berşdariya çend bernameyên Ak Partiyê serdana Diyarbekirê kir.

Numan Kurtulmuş tevlî xwarina wefayê ya Serokatiya Ak Partî ya Diyarbekirê bû û li vê derê bi rayedar û rêveberên berê yên Ak Partiyê re civînek li dar xist.

Di civînê de Numan Kurtulmuş, Parlementerê Ak Partî yê Diyarbekir Mehmet Mehdî Eker û Serokê Ak Partî Yê Şaxa Diyarbekir Muhammed Şerîf Aydin derketin ser dikê axaftin kirin.

Cîgirê Serokê Giştî Yê Ak Partiyê Numan Kurtulmuş derbarê zimanê zikmakî de got zimanê zikmakî wek şîrê dayîkê li hemû mirovan helal e û behsa gavên desthilatdariya Ak Partiyê yên derbarê zimanê Kurdî de kir.

Numan Kurtulmuş ji Qurana Pîroz bi ayetan mînak da û hişyarî da ku nabe ti kesek ji ber zimanê xwe yê dayîkê rastî cudagirtinê bê.

Kurtulmuş derbarê rexneyên opozîsyonê yên bo polîtîkaya desthilatê ya Rûsya-Ukraynayê de got, ew gelek meraq dikin gelo eger opozîsyon şûna desthilatê de bûya wê çi bikira, bila bersiva vê yekê bidin.

Kurtulmuş bal kişand ku 6 partiyên hatine cem hev, tenê di xalekê de li hev kirine ku pergala serokomariyê rakin û pergala parlementeriyê vegerînin û wekî din çi projeyek wan nîne.

Numan Kurtulmuş destnîşan kir ku HDP jî nava tifaqa partiyên opozîsyonê de cih digire û tifaq wek 6+1 bi nav kir.

Çavkanî: K24

Kurdistan Haberleri

DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin
Di navbera pêwîstiya Kurdan û nêrîna Hikumeta Demkî de statuya zimanê Kurdî
Îraq: Hinardeya petrolê ya Herêma Kurdistanê dikare bigihîje 500 hezar bermîlan
Nêçîrvan Barzanî û Elî Zeydî: Divê hikûmeta nû xizmeta hemû pêkhateyan bike