Nûciwanê Kurd ê 13 salî li Îranê bû yekem

.

 Nûciwanê Kurd ê ji Loristanê, Elî Tûlabî pileya yekem a hevrikiya behremendan a televîzyona fermî ya Îranê bi dest xist.

Elî tûlabî 5 milyon û 562 hezar û 453 dengên xelkê bidest xist û bû yekemê programa Esrê Cedîd (Serdema Nû) a kanala 3 a televîzyona Îranê.

Wî bi stranên xwe yên Kurdî bala beşdar û bîneran û jûriya programê kişandibû, û di her qonaxekê de zêdetir hunera xwe û dengê xwe yê xweş pêşxist.

Elî Tûlabî 13 salî û xelkê bajarê Kûhdeşt ê parêzgeha Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê ye û çend caran di programa pêşbirka behremendan a televîzyona Îranê de tekezî li ser nasnameya xwe kir û ragihand, ku ew Kurdekî Lek e.  

Tûlabî di wê programa kanala 3 a televîzyona fermî ya Îranê de bi xwendina strana Kurdî ya “Leylim Ley” derketibû qonaxa fînalê.

Elî Tûlabî bi xwendina stranên Kurdî di televîzyona fermî ya Îranê de li seranserê Îranê û herwiha li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê jî pir navdar bûye.

Di qonaxên pêştir ên programa behremenên Îranê ya kanala 3 a televîzyona Îranê de wî nûciwanê dengxweş ê Kurd, bi stranên Kurdî beşdarî di hevrikiyê de kir û  stranên hunermendên mezin û navdar ên Kurd ên weke “Hesen Zîrek” û mamosta “Ezîz Şahrox” xwendin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Newroz îsal zû hat Danîmarka yê
Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana Mamoste Îsmaîl Beşîkçî Kir
Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê: Tîmeke me ji bo têkbirina dronên bombebarkirî li Hewlêrê ye
Umêd Xoşnaw: 6 leşkerên Fransayê birîndar bûne
Mucteba Xamineyî: Em dê şer bidomînin û tola xwe hilînin