Nûbihara 153yan bi dosyeya “Berxwedana Araratê” derketiye

.

Di vê hejmarê de dosyayeke berfireh li ser “Berxwedana Araratê” hatiye amadekirin.

Hejmara 153yan a kovara Nûbiharê derketiye. Di vê hejmarê de ji bilî çîrok, helbest, gotar û çendîn cûre nivîsên din, dosyayeke berfireh li ser “Berxwedana Araratê” hatiye amadekirin.

Edîtorên dosyayê Mehmet Gultekîn û Nîhat Gultekîn in ku demeke dirêj e li ser vê mijarê lêkolînan dikin.

Di dosyayê de çendîn nivîs hene ku derbarê dîrok, naverok, encam û bandora “Berxwedana Araratê” de hatine nivîsîn.

Mehmet Gültekin û Nihat Gültekin bûyera ku nêzîkî sed sal berê qewimiye careke din anîne rojevê.

Jibilî dosyayê jî di vê jimarê de bi nivîs û çîrokên Yûnis Amedî, Sabri Akbel, Ömer Faruk Feyat, Felat Dilgeş û Mutî cih girtine.

Şairên vê jimarê jî ev kes in: Rojan Barnas, Berken Bereh, Sidîq Gorîcan, Hafizê Şîrazî (werger: Hayrullah Acar), Mehmet Bozkoyun, Ahmed Arif (werger: Talat İnanç), Şükran Çaçan, Asyah Goyî, Sabri Akbel, Muqades Agirî, Beyazidê Duwem (werger: M. Zahir Ertekin), J. Ahmed Yıldız û Kevok Mizgîn.

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Rêzdar Serok Mesûd Barzanî Ji Bo Kurd û Kurdistanîyên Cîhanê Mercîîyet e...
PWK Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Tîne
Serok Barzanî: 11ê Adarê roja naskirina fermî ya mafên gelê Kurdistanê ye
Koşka Spî şertê nemana şer eşkere kir: Teslîmbûna bêmerc
Asayîş û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 200 dîl pev guhertin