Nivîskarê Kurd Burhan Sonmez li Parlamentoya Brîtanyayê axivî

.

 Yek ji nivîskarên Kurd ên girîng ê cîhana edebiyatê Burhan Sonmez, li Parlamentoya Brîtanyayê li ser mijara “Azadiya Ziman, Wêje û Ramanê” axivî.

Axaftin ji aliyê "Endeksa Lijneya Sansurê" ya Kamaraya Lordan ve hat pêşkêşkirin.

Di axaftinê de behsa sansur û edebiyata li Tirkiye û cîhanê hat kirin.

Pêwendiya di navbera şanoya Zimanê Çiya ya Harold Pinter û qedexekirina zimanê Kurdî û paşguhkirina nasnameya Kurdî hat vegotin.

"Em eqilê Kurdî ji Tirkî re dikin neynik"

Herwiha li ser pirsa mijara “Ziman û aîdiyeta neteweyî” Burhan Sonmez diyalogeke xwe ya bi Yaşar Kemal re vehuhast û wiha bersivand:

Dema em bi Tirkî binivîsin jî em eqilê Kurdî jê re dikin neynik û dinivîsin."

Nivîskarê Kurd Burhan Sonmez ji navçeya Haymanayê ya Konyayê ye, şopên efsane û karakterên Kurdî di her pênc pirtûkên wî de diyar dibin.

Pirtûkên Burhan Sonmez wergerandine 20 zimanî û wî pirtûka xwe ya dawî bi Kurdî û Tirkî nivîsiye.

Nivîskarê Kurd ku Serokê PENa Navneteweyî ye, bi pirtûka xwe ya bi navê "Kevir û Sî" bû berbijêrê Xelata Wêjeyî ya Îrlandayê.

Kurdistan Haberleri

Efrîn: Roja Zimanê Kurdî bi daxwaza fermîbûnê hat pîrozkirin
Elî Zeydî wekî Serokwezîrê Îraqê dest bi kar kir
Seroka Yekîtîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê Seyran Dûran Li Amedê Seredana PWKyê Kir
Mem Ararat: Ez ne xulamê bavê ti kesî me
TIRKIYE - Amerîkayê fermandarekî Ketayîb Hizbulahê desteser kir