Nivîskar û siyasetmedar Bîlal Hesen wefat kir

.

Nivîskar û rewşenbîrê Kurd Bîlal Hesenê ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê li Almanyayê wefat kir.

Bîlal Hesen (Bavê Hozan) li gundê Xelakanê yê Efrînê hatiye dinyayê.

Sala 1947an dest bi siyasetê dike û dikeve nav Partiya Komunîst a Sûriyeyê.

Piştî damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyeyê sala 1957an dibe endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyeyê (PDK-S) û karên xwe yên siyasî li wir de didomîne.

Sala 1960î cara yekem agirê Newrozê li Rojavayê Kurdistanê bi destê xwe vêdixe û bi “Lehengê Newrozê” tê binavkirin.

Bîlal Hesen, ji bilî xebatên siyasî li ser zargotin û folklora Kurdên Efrînê û Çiyayê Kurmênc xebitiye û bi dehan berhemên wî di wî warî de hene.  

Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd a li Sûriyeyê, sala 2013yan “Xelata Cegerxwîn“ dabû Bîlal Hesen.

Bîlal Hesen sala 2004an çû Almanyayê û sala 2010an bi nexweşiya penceşêrê ketibû.

Kurdistan Haberleri

PWK li Danîmarkayê beşdarî şahîya 79 salîya avakirina PDKyê bû
Heyeteke PWKyê li Almanyayê beşdarî şahîya 79 salîya avakirina PDKyê bûn
PDKyê di salvegera damezirandina xwe de 450 bûk û zava zewicandin
RAPIRSÎ - Ji sedî 97ê Kurdan perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin
Ehmed Şer: Em parçebûnê qebûl nakin