Nivîskar û lêkolîner Ahmed Kanî bi helkefta Roja Rojnamegeriya Kurdî pirtûka xwe dîyariyî PAKê kir

.

Nivîskar û lêkolîner Ahmed Kanî bi boneya 125. salvegera destpêka Rojnamegerîya Kurdî pirtûka xwe ya bi navê ‘Analîzek Li ser Rojnameya Kurdistanê’ anî Teşkîlata Parêzgeha Amedê ya PAKê û pêşkêşî pirtûkxaneya PAKê kir.

Amed Kanî pirtuka xwe pêşkêşî rêveberê Amedê yê PAKê Mehmet Bilen kir.

Rêveberê  PAKê  Mehmet Bilen spasiya nivîskar Ahmed Kanî kir û di karê wî de serkeftin xwest.

Li Kurdistanê yekem rojnameya Kurdî ye ku cara pêşîn di 22yê Nîsana 1898an de li Qahîrê derketiye. Xwedî û perpirsiyarê pêşîn Mîqdad Mîthad Bedirxan e, pişt re birayê wî Evdirehman Bedirxan dibe xwedî û berpirsiyar. Li sê weşatên cihê; Misir, Îngilîstan û Swîsreyê, li ser hev 31 hejmarên wê derketine. Rojname bi du zimanên sereke; Kurdî û Tirkiya Osmanî derketiye. Her çendî li derveyî welat derdiket, lê li nava welêt jî dihat belavkirin. Lê birêveberên Osmaniyan ew qedexe dikir û ne dihêla ku li Kurdistanê belav bibe.

Ev xebata Ahmed Kanî teza wî ya lîsansa bilind e, li zanîngeha Artûklû-Mêrdînê. Ahmed Kanî bi hûrgilî yek bi yek li ser naverok rojnameya Kurdistanê xebitiye, analîzeke têr û tijî kiriye.

Ji bo kesên ku di vî warî de kar dikin, ev berhem çavkaniyeke hêja ye.

Lêkolîna Ahmed Kanî ya bi navê ‘Analîzek Li ser Rojnameya Kurdistanê‘ku ji Weşanxaneya APEKê derketiye li pirtûka Kurdî tê peydakirin.

Rûpela Nû

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’