Nivîsa fermî ya 'qedexekirina PKKê' gihîşt ber destê Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd

.

 Hate ragihandin ku Şêwirmendê Ewlekariya Nîştimanî ya Iraqê Qasim Erecî, bi nivîseke fermî daxwaza qedexekirina PKKê li Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd kir.

Li gorî nivîsê daxwaz ji Serokatiya Komara Iraqê hatiye kirin, PKK weke rêkxistineke qedexekirî were binavkirin.

Li gorî agahiyan nivîs ji Serokatiya Komara Iraqê re bi hejmara 1972 û dîroka 28ê Nîsana 2024an hatiye şandin.

Di nivîsa fermî de hatiye gotin, piştî biryara Encûmena Ewlekariya Nîştimanî ya Iraqê ya derbarê qedexekirina çalakiyên siyasî, aborî, bazirganî û civakî yên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) di nav axa Iraqê de, daxwaz ji Serokomarê dikin ku PKKê weke partiyeke qedexekirî bide naskirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle