Nirxê lîreyê Tirkî dubare daket; dolar 13 lîre derbas kir

.

 Nirxê lîreyê Tirkî, careke din li hember dolar û pereyên biyanî dadikeve û dolarek bû 13.33 lîre.

Lîreyê Tirkî di meha Kanûnê de %50yî zêdetir nirxê xwe jidest dabû û 19-20ê mehê dolarek 18 lîre derbas kir. Piştî roja 20ê Kanûnê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, biryarên nû yê aboriyê eşkere kirin, nirxê lîre %33 zêde bû û dolarek heta 10.99 lîreyan daket.

Lîreyê Tirkî ji roja Duşemê 27ê Kanûnê ve bi awayekî berdewam nirxê xwe jidest dide û îro dolarek bû 13.33 lîre.

Li gor biryarên nû yê aboriyê, welatiyên pereyên xwe wek lîre razînin bankayan, zirara wan a li hember dolar dê ji aliyê xezîneya dewletê ve bê dabînkirin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin