Nijadperestên Tirk dostê Kurdan Îsmaîl Beşîkcî û Weqfa Beşîkcî kirin hedef

.

Civaknasê Tirk ê dostê kurdan Îsmaîl Beşîkcî ku her sal li ser navê Weqfa Beşîkcî beşdarî Fûra Pirtûkan a Navnetewî ya Stenbolê TUYAPê dibe, ji ber gotûbêja wî ya îsal a fûarê rastî roja mirina Ataturk hatiye, nijadperestên Tirk ew kirin hedef.

Piştî ku bernameya Weşanxaneya Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya gotûbêja Beşîkcî hate ragihandin, gelek nijadperestên tirk êrîşî Beşîkcî û Weqfê kirin.

Di serî de Umît Ozdagê serokê partiya Zaferê ya neteweperestiya Tirk diparêze û gelek hesabên medya civakî yên nijadperestên tirk, bang li rêvebiriya TUYAPê kirin ku vê çalakiyê betal bike û xwestin, ew bernameya 10ê Mijdarê ya li salvegera mirina Mustafa Kemal Ataturk rast tê, neyê lidarxistin.

Li aliyê din Kurdên hezkiriyên Beşîkcî jî bertek nîşanî wan parvekirinên nijadperestî dan û xwestin ew bernameya li TUYAPê neyê betalkirin.

Piştî parvekirinên nijadperestî yên ser medya civakî Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, Îbrahîm Gurbuz jî bang li raya giştî kir ku li hemberî vê hedefgirtina Îsmaîl Beşîkçî û Weqfa Îsmaîl Beşîkçî hestiyar bin û pêşiyê lê bigirin.

Peyamakurd

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê