Nêzîkî 700 hezar ciwan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar dikin

.

Serperiştê Tora Hevahengiya Rêxistinan li Herêma Kurdistanê radigihîne ku Hikumeta Herêma Kurdistanê "hikumeteke genc" e ji ber ku rêjeyeke mezin a fermanberên wê genc in, lê di heman demê de hişyariyeke tund jî dide derbarê zêdebûna metirsîdar a bikaranîna madeyên hişbir.

Serpereştê Tora Hevahengiya Rêxistinan Sîrwan Gerdî îro 12ê Tebaxê di Roja Cîhanî ya Gencan de, di konferanseke rojnamevanî de li Hewlêrê, amar û datayên sala 2025an ên derbarê pirsên gencan de eşkere kir

Li gorî amarên hatin ragihandin, di sala 2025an de, li Herêma Kurdistanê du hezar û 900 bazirgan û bikarhênerên madeyên hişbir hatine girtin.

Sîrwan Gerdî zêdebûna berçav a vê diyardeyê raxist pêş çavan û got: "Di sala 2014an de li tevahiya Kurdistanê tenê 142 kes bi tometa bazirganî û bikaranîna madeyên hişbir hatibûn girtin, lê di sala 2024an de ev rêje gihiştiye 5 hezar û 400 kesan." Wî tekez kir ku "ev amar nîşana rewşeke metirsîdar in."

Serperiştê torê herwiha hişyarî da û got: "Eger pêşî li belavbûna madeyên hişbir neyê girtin, eger heye ku di nava 5 salên bê de, ji her malbateke çar-pênc kesî, kesek bibe alûdeyê madeyên hişbir."

Hikumeteke "genc" û beşdariya di medyayê de

Ji aliyê din ve, Sîrwan Gerdî bal kişand ser beşdariya gencan di saziyên hikûmetê de û got: "Li gorî amareke ku li ser temenê 18 heta 40 salî hatiye kirin, ji tevahiya milyonek û 200 hezar fermanberan, 694 hezar kes genc in. Li gorî vê amarê, Hikumeta Herêma Kurdistanê, hikumeteke genc e."

Di heman demê de, Gerdî amaje bi wê yekê jî kir ku ji 7 hezar û 400 rojnamevanên li Herêma Kurdistanê, 4 hezar û 900 ji wan genc in û temenê wan di navbera 18 û 40 saliyê de ye.

Kurdistan Haberleri

Medya Rûsî: Deshilata Şamê ji Rûsyayê xwest polîsê leşkerî vegere nav Sûriyê
Sûriye û Iraqê li hev kir: Xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê wê bê nûkirin
SANA: Di pevçûna ligel HSDê de leşkerekî Sûrî hate kuştin
Di civîna Urdinê de ji bo Siwêdayê 4 biryar hatin dayîn
Li Îranê di 12 rojên şerê Îsraîlê de 21 hezar kes hatin girtin