Nêzîkî 100 malbatên ji Rojavayê Kurdistanê li Sûdanê asê mane

.

 Li Sûdanê navbera Artêşa wî welatî û Hêza Piştevaniya Bilez de şerê dijwar ê navxweyî berdewam e. Welatiyê Kurd Ciwan Elî yê ji Rojavayê ku li Sudanê dijî ji Rûdawê re got “Nêzîkî 100 malbatên ji Rojavayê Kurdistanê li Sûdanê asê mane.”

Şerê di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Bilez berdewam dike, heta niha ji her du aliyan nêzikî 200 hatine kuştin, firokexane hatine girtin û welatî li malên xwe asê mane.

Di şerê li Sûdanê de 2 welatiyên Sûrî jî canê xwe ji dest dane, ew jî Ebdulrehman Bîreqdar e, ku xwendevanê koleja pijîşkî ya Zanîngeha Teqane ya Sûdanê ye û dayika wî ye ku berî du rojan li navçeya Kaforî ya Xertûmê birîndar bibûn.

Li gorî agahiyan Rûdawê nêzîkî 100 malbatên Rojavayê Kurdistanê li Sûdanê dijîn, piraniya wan li navçeya Xertûm Behrî ya Xertûma paytext dijîn, ew xelkê Kobanî ne.

Welatiyê Kurd ê bi navê Ciwan Elî ê ji Rojavayê Kurdistanê li Sûdanê dijî beşdarî bultena Rûdawê ya taybet bo Rojava bû û rewşa Sûdan û malbatên Kurd ên li Sûdanê dijîn nirxand.

Ciwan Elî ku ew bi xwe jî ji bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê ye da zanîn piraniya malbatên Kurd ên li Sûdanê dijîn ji Girê Spî û Kobaniyê ne.

Elî diyar kir ku şerê di navbera di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Bilez berdewam dike û rewşa wan dî çawa bibe hîn ne diyar e.

Ev nêzikî 4 roj in şer dest pê kiriye û Elî dibêje ji destpêka şer ve ew nekaribûne derkevin derve û got “Rewşa awarte heye. Li vê derê dizî  û tiştên wisa zêde ne, em malbat gişt di hindir de ne derneketine derve. Rojên destpêkê mirov dikaribû pêdiviyên malê bidîta lê aniha di marketan de xwarin pir kêm bûne an jî nemane û av qut bûye û elektrîk jî nine.”

Herwiha Ciwan Elî da zanîn Kurdên ku li Sûdanê nê piraniya wan bi malbatî li wê derê ne xortên bi tena serê xwe kêm in.

Elî ragihand Kurdên ku li Sûdanê ne piraniya wan ji bo kar li wê derê ne û kargehên wan hene û wiha berdwam kir “Hinek hene vê derê ji xwe re kirine wek derî diçin Ewropayê.”

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Medvedev: Biryara Trump ya testa nuklerî dê bandorê li ser Rûsya bike
Îlham Ehmed: Ji bo Sûriyeyê sîstemeke nenavendî û demokratîk pêwîst e
Amerîkayê ji Neteweyên Yekbûyî xwest Ehmed Sera ji lîsteya terorê derxe
Rafael Grossi ji bo kargehên atomî banga hevkariya zêdetir li Îranê kir
UNESCO gundekî Hewramanê ji bo lîsteya "Baştirîn Gundê Geştyariyê" pêşniyar dike