Nêzî 1500 malbatên Ereb ji Efrînê derketin û hejmarek Kurdên Efrînê jî vegeriyan

.

 Hate ragihandin ku piştî ketina Şamê û ruxandina rejîma Beas a Sûriyê, hejmareke zêde malbatên ereb ên li herêma Efrînê hatibûn bicihkirin, derketine û çûna bajarên xwe.

Li gorî çvkaniyên Welat TVyê ji navçeya Raco ya Efrînê zêdetirî 1000 malbatên koçberên ereb derketine.

Dîsa li gorî amarên çavkaniyên xwecihî, ji Cindirêsê 300 malbat, ji Bilbilê 100, ji gundê Xirabê Şera 10 malbat, ji gundê Sînka 10 malbat, ji gundê Serê Kaniyê ku bi Kefircenê tê naskirin jî 8 malbat derketine.

Hate diyarkirin ku wan malbatan berê xwe dane bajarên xwe yên Heleb, Şam, Hims û deverên din.

Herwiha li gorî heman çavkaniyan, malbatên Kurd ên koçberkirî jî vedigerin Efrînê.

Kurdistan Haberleri

Li Parlamentoya Îraqê dirûşmên li dijî Amerîkayê û pevçûn: Sûdanî ferman da
Serok Barzanî: Nabe êrîşên li ser bingehên Pêşmergeyan û firotina şer bi Herêma Kurdistanê berdewam bin
PWK û HAK-PARê Li Amedê 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê Bihevre Pîroz Kirin
Berpirsên rêjîmê gotinên hev red dikin
Hikûmeta Herêmê derbarê rûmalkirina bûyerên ewlehiyê de çend biryaran ji bo medyayê derdixe