N. Nûredîn Sofîzade
Bi dirêjahiya xebata rizgarîxwazane a netewa Kurd de, ji xenî rêjîmên dagîrker ku bi hemî hêza xwe û bi hêz û êrîş û qirkirinê ku cehd kirine dengê azadîxwaziya miletê me mat bikin û dujminê sondxwarî bûne bo evê ku Kurd negehne maf û qedera xwe, mixabin gelek caran em şahidê vê yekê bûne ku bi pîlana nerm a dujminan, hin kes yan cereyanek li reng û bergê Kurdî de, keftine çepera dujmin û bi pirûpagende û dirûşmên xelkxapên, li hember daxwaziyên netewa Kurd de sekinîne.
Mafê çarenivîsê jî wateya wê xûya ye û ez bawerim her kes dizane ku wate, divê gelê Kurd xwe îdara xwe bike, xaka wê ji bîhaniyan anku xeyrî Kurdan paqij be, qewareyek ku xaka Kurdistanê ye diyar be, mafê netewî wek azadiya ziman û çand hebe, êdî kes li ser xaka Kurdistanê desthilatdariyê bi ser Kurdan de neke, kes û ti dagîrker û neteweyekî din, înkara hebûn û mafê Kurdan neke, bi kurtî Kurd tenê wê dixwazin ku Fars, Ereb û Turk û netewên dinê hene û bo xwe bi rewa dizanin, ewan netewan cehd kirine ku dewlet û qeware û yekdestiya welatekî qelp bi nirxa tunekirina Kurdan û dagîrkirina Kurdistanê bo xwe çê bikin, lê Kurdan tu carî çavê timahiya xaka tu neteweyekê jî nîne û tu carî jî înkara mafê tu neteweyekî dinê nekiriye.
Mafê qedera her neteweyekê jî gorî peymannamên navnetewî, Serxwebûn, Konfedralîsm, Fedratîv, Otonomî, Xwebirêveberiya kultûrî anku hemî îfadeya netewî.
Renge li heçî perçeyek ji Kurdistana perçe kirî de, gorî berçavgirtina taybetmendiyên xebatê û reftar û siyaseta rêjîmên dagîrker, yêk ji wan şiklan guncaw be bo xebatê.
Bo mînak partiyên wisa hene ku dirûşma wan ji serbixweyî yê kêmtir nîne û yê wisa jî hene ku diruşma wan xudmuxtarî anku otonomî ye, armanca herduk diruşan yek tişte ku ev jî bidestvehatina mafê Kurd e.
Di vê navberê de û bi berçavgirtina gorî rewşa niha a Îranê ku welatekî çend neteweyî ye, sîstema Fedratîv baştirîn şiklê diyarîkirina mafê çarenivîsa gelan û bi taybet bo gelê Kurd e.
Mixabin dijmin û dagîrkeran hinde kar li ser hinek alî û kesên Kurd kirin e ku hevdeng digel dujmin û dagîrker, ev jî dihola erzanfiroşiya xebat û qurbanîdan û daxwazên dikutin û îznê didne xwe ku basê dêmokratîzekirina Îranê, yan bihevrejiyana gelan û birayetiya gelan û civatgeha dêmokratîk dikin.
Ev kes û alî hevdem ku wan mijaran weke destewajên biroj û modern û birqok, xistine meydana leyîza siyasî, bi bê evê ku tenê peyvekê basê Kurd, çarenivîs û xaka Kurdistanê û şiklê diyarîkirina qedera netewî bikin.
Li wir de eyan dibe ku ev destewaje ji bilî ku ti mafekê bo Kurdan diyarî nakin, belku siyaseta nerm a dagîrkerane ku bi siyaset û devê parek ji Kurdan înkara maf û daxwaziyên neteweyî yê Kurdan bikin.
Ev yêka jî mixabin netebayî û ducergetiyê dixe nava gel û nahêle yêkdenî û yêkrêzî û yêkgotarî di nava gel û hêz û aliyên Kurdistanî de çê bibe.
Ezmûn û desthilata 2 ji perçên Kurdistanê her tiştî weke eynîkekê dixe ber çavên me, ku li yêk ji wan de kiyanek çêbûye hemî cîhan wek dewletek îfade dike, û ya din jî mixabin şerê welatîbûna di nava rêjîmekî dagîrker de dike.