Newroza kevna Kurdewarî di piraniya gund û bajarokên Kurdistanê de bi rê ve çû

.

Hevdem digel birêveçûna rêûresmên Newrozê li bajarên Rojhjilatê Kurdistanê, di piraniya gund û bajaran de jî rêûresma Newrozê bi germ û gurî bi rê ve çû.

Êvareya roja Duşemî, 29ê Reşemeyê, di 100an gund û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê de agirê Newrozê hate hilkirin û rêûresma Newrozê hate birêvebirin.

Xelkê gundê “Kanîreş” ê ser bi bajarê Bokanê, agirê Newrozê hil kirin û bi dîlana axabanû û bilindkirina alaya pîroz a Kurdistanê, pêşewazî ji Newroza kevnar a Kurdewarî kirin.

Herwisa keç û xortên şoreşger ên gundê Berdereşa Baneyê û gundê Tengîsera Sinê, bi hêmayên netewî ve pêşewazî ji sala nû ya Kurdî kirin.

Ji aliyeke din ve, li gundê “Rajan” û bajaroka “Zêwe û Dize” yên  girêdayî bajarê Urmiyê, xelkê serhildêr ên Kurdistanê agirê Newrozê hilkirin û bi şêwazeke taybet, pêşewazî ji sala nû kirin.

Herwisa pêka raportên belavbûyî, êvarerya duh, hêzên serkutker ên rejîmê ji bajarê “Mewrîwan” bo bajaroka “Nê” hatine şandin û ew bajaroka hatiye milîtarîzekirin; Lê xelkê welatperwer ên “Nê”yê, li hember wan sekinîn û agirê Newrozê hilkirin.

Nuçe: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt