Newroza Kerkûkê

.

Çend roj berê Parêzgar/walîyê qeyûmê ya Kerkûkê Rekan said El-Cûbûrî, bi biryarek xwest ku Newroza Kerkûkê bişemirine.

Parêzgarê qeyûmê ya Kerkûkê Rekan said El-Cûbûrî bi beyanekî dabû xuyakirinê ku Newroza îsal ya li Kerkûkê dê sê (3) demjimêr, bê druşimên netewî, bê mûzîk û govend û bê alaya Kurdanê be.

Lê piştê nerazîbûnên mezin a Kurdan Cûbûrî mecbûr bûye ku xwe bêdeng bike, destên xwe jê bikişîne.

Eva jî bû egerê ku Kurdistanî dê Newroza herî mezin li ser Keleya Kerkûkê bi cil û bergên kurdî, bi alaya Kurdistanê, bi yek dengî û peyamekî hevbeş pêk bînin.

Sayta Biwêrekanî Kerkûk ya facebookê peyama agahdarîya Newroza Kerkûkê wiha daye;

Newroza Tehada

Hurgilîyên ahenga gewre ya sebare bi kerkûkê,

Sibê Yekşem 20 Adar 2022de ahenga girseyî li ser keleya Kerkûkê tê pêkhanînê. Endamê YNK Hesbî Ebdela ji bo Biwêrekanî Kerkûk daye zanîn ku; Sibê dê em tev bi cil û bergê Kurdî, bi Alaya Kurdistanê diçin ser Keleya Kerkûkê bersiva wan kesên ku xeyalên wana ew bû ku ahenga Newrozê sînordar bikin.

Li gor zanyarîyên ku gihîştine Biwêrekanî Kerkûk, dê sibê di ahenga Newroz de hizbên Kurdistanî bi ye peyam beşdarbin.

Herwiha bang li gelek hunermendan jî hatîye kirinê ku bi Kerkûkîyan re Newrozê pîroz bikin.

Newroza Kerkûkîyan pîroz be!

Rûpela Nû

Kurdistan Haberleri

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir
Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em êrişa li ser Konsulxaneya Îmaratê bi tundî şermezar dikin
Almanyayê daxwaznameya ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê qebûl kir
Çar baregehên Heşda Şeibî bi dronan hatin armancgirtin