Neviyê Şêx Seîd: Pirsgirêka Kurdan a herî mezin, nebûna yekîtiyê ye

.

Di 100emîn salvegera şehadeta Şêx Seîd û hevalên wî de, neviyê wî Şêx Mehmûd di daxuyaniyeke girîng de tekez kir ku Serhildana 1925an tevgereke neteweyî bû ji bo maf û rizgariya Kurdistanê. Şêx Mehmûd herwiha banga yekrêziya Kurdan kir û got, "Pirsgirêka me ya herî mezin ne dijmin, lê nebûna îtîfaqê di navbera me de ye."

Şêx Mehmûd Fewzî Firat di beşdariya di bultena nûçeyan a K24ê de, destnîşan kir, têkoşîna bapîrê wî Şêx Seîd ji bo maf, welat û hiqûqa neteweya Kurd bû. Wî gotinên dawî yên Şêx Seîd bi bîr xist: "Ez ji ber têkoşîna xwe ne poşman im. Têkoşîna min ji bo Xwedê û ji bo gelê min bû. Bes e ku neviyên min li hemberî dijminan şermezar nebin."

Li gorî Şêx Mehmûd, serhildan beşek ji zincîra têkoşîna azadiya Kurdistanê bû ku Şêx Ubeydellah Nehrî, Mistefa Barzanî, Şêx Mehmûdê Berzincî û Qazî Mihemed jî di nav de ne, û hemû jî beşek ji "karwanê şehîdan" in. 

Herwiha da zanîn, dewleta Tirk ji ber tirsa xwe nahêle cihê gorên şehîdan bên eşkerekirin, da ku nebin sembola berxwedanê.

Neviyê Şêx Seîd bal kişand ser rewşa îro û got, "Pirsgirêka Kurdan a herî mezin îro, nebûna yekîtiyê ye. Divê em Kurd di navbera xwe de yekrêz bin." 

Tekez kir jî, pêwîst e Kurd têkoşîna xwe nûjen bikin û li dijî sîstema zordar a heyî bisekinin da ku bigihîjin pergaleke dadwerane û demokratîk.

Di dawiyê de, Şêx Mehmûd bang li hemû aliyên Kurdî kir ku yekîtiya xwe ava bikin û bi hev re ji bo çareserkirina pirsa Kurd li Tirkiyeyê bixebitin. herwiha got, "Gava ku îtîfaqa Kurdan çêbibe, ew gav wê ji bo çareseriyê jî derfetên hêsantir ava bike."

K24

Kurdistan Haberleri

Serokê Giştî yê PWKyê Cemîyeta Rojnamevanan a Başûrêrojhilat Pîroz Kir
Îran: Divê Amerîka û Îsraîl wek destpêkerên şer bên naskirin û qerebûyê bidin
Amerîkayê axaftina rayedarên Îranî bi dest xist: 'Wêraniya li tesîsan kêmtir e'
GEVER - Ji ber ku leşkerî nekirine li birayên astengdar ceza hat birîn
Tirkiye û Sûriyeyê li hev kir: Veguhastina bejahî dest pê dike