Neteweyên Yekbûyî li ser êrişên li Îraqê hişyarî da: Rewş dikare xirabtir bibe

.

Alîkarê Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq li ser bombebaranên li Îraqê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Farhan Haq diyar kir ku êriş "bipêşketinên neyînî" ne û tekez kir ku ew naxwazin şerê li Rojhilata Navîn berfireh bibe.

Haq her wiha li ser têkçûna ewlehiya herêmê hişyarî da û got, "Dibe ku rewş ji ya berê gelekî xirabtir bibe."

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) şeva borî ragihand ku Îranê bi çend mûşekên balîstîk êrişî baregeheke wan a li Urdinê kiriye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser vê yekê got:

"Em dê bersiveke tund bidin êrişa Îranê ya li ser baregehên me."

Trump her wiha destnîşan kir ku eger dan û standin bi ser nekevin, ew dê di nava saetekê de hemû piran hilweşînin.

Serokê Amerîkayê ji medyaya welatê xwe re eşkere kir ku êrişa sibehê ya Amerîka û Erebistana Siûdî ya li ser komên çekdar ên nêzîkî Îranê yên li Îraqê, bi hevahengiya Bexdayê bûye.

Di êrişên Amerîka û Erebistana Siûdî de ku destê sibehê li 7 parêzgehên Îraq û Başûrê Kurdistanê li ser baregehên Heşdî Şebiyê hatin kirin, 20 çekdar hatin kuştin û 32 çekdar jî birîndar bûn.

Ev êriş piştî wê yekê hatin ku Erebistana Siûdî komên çekdar ên nêzîkî Îranê bi êrişkirina li ser qadên xwe yên petrolê tohmetbar kiribûn.

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî-Încîlî ya Beyrûtê li Efrînê hat girtin
Dihok: Di parastina çanda kurdewarî de jin li pêşiya mêran in
Ahmet Davutoglu dev ji siyasetê berda û hilweşandina Partiya Pêşerojê ragehand
5 şêwirmendên Îranî di êrişên li Îraqê de hatin kuştin
Îraqê cezayê îdamê da 6 DAIŞiyan